31 May 2026 - 10:32
Source: kmr.abna24.com
Balyozê berê yê Amerîkayê li NATO: Şikestina Amerîkayê li Îranê ne şaş e; êrîş dibe ku kapasîteya navokî ya Tehranê xurtir bike

Maqamekî bilind ê berê yê Amerîkayê got derketina hukûmeta Trump ji peymana navokî ya Îranê bû sedema berfirehbûna bernameya navokî ya Îranê, û zexta leşkerî jî nikarîbû vê pêvajoyê rawestîne.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ahlulbeytê (s.x)– ABNA– Ivo Daalder, Balyozê berê yê Amerîkayê li NATO, di hevpeyvînekê de ligel radyoya NPRyê anî ziman ku tevî ku Amerîka xwedî artêşa herî mezin û pêşketî ya cîhanê ye, lê ji şerê Vîetnamê heta şerê li dijî Îranê, di piraniya wan şerên ku dest pê kiriye de, negihîştiye armancên xwe yên siyasî.

“Şerê bê armanceke siyasî ya zelal”

Daalder sedema van şikestinan vedigerîne ser têgihîştina şaş a Waşingtonê ya derbarê têgeha şer. Li gorî gotina wî, hikûmetên Amerîkayê gelek caran wisa difikirîn ku bikaranîna berfireh a hêza leşkerî bi serê xwe dikare armancên siyasî pêk bîne; di demekê de ku ezmûnên Vîetnam, Afganistan, Iraq û niha jî Îranê nîşan dane ku ev nêzîkatî encamgîr nabe.

Peymana navokî ya 2015an û şikestina sozên Trump

Daalder bi parastina peymana navokî ya 2015an got, ev peyman rê li ber gihîştina Îranê ya çekên navokî girtibû. Wî anî ziman ku eger di sala 2018an de rêveberiya Donald Trump ji vê peymanê derneketa, Îranê îro tenê miqdarek sînordar uranyuma kêm-dewlemendkirî hebûya û ev rewşa heyî pêk nedihat.

“Fişara leşkerî gefa navokî ji holê ranekiriye”

Wî tekez kir ku cihgirtina fişara leşkerî li şûna peymana navokî, nekarî gefa navokî ya ku Amerîka îdia dike, ji holê rake. Daalder diyar kir ku Îran niha depoyên pir zêdetir ên uranyuma dewlemendkirî di destê xwe de digire û ev rewş encama paşguhkirina peymanekê ye ku li gorî gotina wî “karker” bû.

Şerê ku dibe encamek berevajî bide

Balyozê berê yê Amerîkayê li NATO her wiha hişyarî da ku êrîşên leşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê dikare motîvasyona Tehranê ya ji bo parastin an pêşxistina kapasîteyên navokî zêde bike. Wî bi amajzekirina bi ezmûna Ukraynayê got, êrîşên leşkerî yên dawî, li şûna ku gefa navokî ji holê rakin, dibe ku di demek dirêj de wê tundtir bikin û ev dibe ku bibe mîrata herî giring a vî şerî.

……………

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Ivo Daalder
  • Şerê Îran û Amerîkayê
  • NATO

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha